Break newsNûçeslide

Amerîka li dijî DAIŞê dest bi operasyona hewayî dike

Hewlêr – Amerîka biryar da di demek kurt de alîkariya kurdên êzîdî yên li çiyayê Şingalê asê mane, bike her wiha bi awayekî “sînordar” li dijî DAIŞê operasyonên hewayî li dar bixe.

Serokê Amerîka Barack Obama, di civîna îro ya Encumena Asayişa Millî ya wî welatî de biryar da alîkariya Herêma Kurdistanê bi taybet kurdên êzîdî yên li ji ber êrişên DAIŞê li çiyayê Şingalê asê mane û ji ber tinebûna ava û xwarinê di rewşeke trajîk de ne, bike.

Hat gotin, Amerîka her wiha biryar daye dest bi operasyonên hewayî li dijî DAIŞê bike.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button