Break newsRaportslide

Banga Encûmena Ništemanî Kurdî ji bo astengiyên Kobanê û xelkên wê

Yekîtî media- Kobanê

ENK li bajarê Kobanê bangek šand ji raya gištî ya cîhanî re û hemû hêzên rikberiya Sûriyê û koalîsiona Ništemanî û hikûmeta herêma Kurdistanê ji alîkariyên mirovayêtî bo devera Kobanê û ev naveroka wê ye:

Bangewaz ji bo raya gištî ya cîhanî
Ji bo hemû hêzên rikberiya Sûriyê û koalîsionê
Ji bo hemû rêxistinên alîkariya mirovane yê cîhanê
Ji bo hikûmeta herêma kurdistanê

Ev bû dora salekê ku deverên Kobanê hatine dorpêçkirin ji aliyê Daîš û çetên tundiraw ve, rewša miletê wê pir xerab e, ne av ne kehrebe û ne jî kar, alîkariyek lezgîn pêwîste roj îro.
Em hêviya ku tevde bi erkên xwe yên insanî rabin ji bo Kobanê. Édî metirsiyek mezin heye ser xelkê wê ku tevde barkirin û niha demografiya herêmê tê guhertin weke ku rêjîma Sûriyê dixwest her û her.
Deverên Kobanê ku bêtirî 600000 kesî lê dijîn dibin metirsiyê de ne û bendewariya alîkariya we dikin.

Encûmena Ništemanî Kurdî- Kobanê
02/08/2014

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button