Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Îranê ziman û wêjeya kurdî bi fermî wek waneyeke zanîngehan hat pesendkirin

Sine – Wezareta Zanistî ya Îranê bi fermî ziman û wêjeya kurdî wek waneyekê di hemû zanîngehên wî welatî de pesend kir.

Alîkarê Perwerdeyê yê Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê Qurban Elî Sadiqî îro li Sineyê di civîneke rojnamevaniyê de eşkere kir, piştî gelek hewl û xebatên Zanîngeha Kurdistanê, Wezareta Zanistî ya Îranê bi fermî ziman û wêjeya kurdî wek waneyekê di hemû zanîngehên Îranê de pesend kir.

Qurban Elî Sadiqî anî ziman ku salên berê dihat gotin dê tiştekî wisa bê kirin lê ev tenê wek silogan dihat gotin û dihat jibîrkirin.

Sadiqî da zanîn ku komîteyek ji bona dariştin û danîna beş û dersên waneya ziman û wêjeya kurdî hatiye avakirin û wiha got:

“Di heyama sê salên borî de komîteya me karî hemû tiştî hazir bike û pilan û projeya xwe pêşkêşî wezareta zanistiyê bike û di dawiyê de jî wezaretê ev yek pesend kir û destûra wê da ku kurdî mîna waneyekê di hemû zanîngehên Îranê de bê gotin.”

Alîkarê Perwerdeyê yê Zanîngeha Kurdistanê ragihand, niha ne tenê li Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine lê li her zanîngeheke Îranê de ku şert û mercên pêwîst hebûn waneya kurdî dê were gotin.

Wî rayedarî li ser şert û mercên zanîngeha Kurdistanê ya Sine ji bo wergirtina xwendekarên waneya kurdî de jî got, ji bo ku em bikarin waneya kurdî li zanîngehê bidin pêwîstiya me herî kêm bi sê mamostayan heye lê mixabin vê gavê tine ji ber wê jî em niha nikarin xwendekaran werbigirin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button