Break newsNûçeslide

DAIŞê vê carê jî 150 endamên eşîreke sûrî revand

Hewlêr – Hat zanîn çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêr el Zorê ya Sûriyê herî kêm 150 endamên eşîra bi navê Şeîtayê dîl girtine.
Li gorî agahiyên Ruwangeha Mafên Mirov a Sûriyê ku navenda wê li Îngiltere ye, çekdarên DAIŞê di çend rojên borî de “herî kêm 700 kes” ji eşîra Şeîtatê li rojhilatê bajarê Dêr el Zorê yê Sûriyê komkuj kiribûn.
Lê li gorî agahiyên nû, çekdarên DAIŞê vê carê jî 150 endamên wê eşîrê dîl girtine her wiha 3 ji wan jî bi êşkencê kuştine.

Beriya niha eşîra Şeîtatê û hinek eşîrên din ên devera Dêr el Zora Sûriyê li dijî DAIŞê bibûn yek û li dijî wê şer ragihandibûn.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button