Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hêzên Pêşmerge 2 gundên din li Mexmûrê girtin

Hêzên Pêşmerge du gundên din ên ser bi qeza Mexmûrê ve kontrol kirin.

Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Demjimêr 7ê sibehê, hêzek ji yekîneya 47 a fermandeya Hewlêrê, li gor fermanek leşkerî ber bi her du gudên Mihîdî û Çwarguman ve bi rê ketin.”

Wê çavkaniyê da zanîn ku, piştî ew gehiştin wan her du gundan “Ti çekdarekî DAIŞê li wan nemabûn, niha hêzên me li wan gundan bi cih bûne û îro em 6 kilometiran bipêş ve çûne.”
Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button