Break newsNûçeslide

DAIŞ: Me rojnamevanê Amerîkî ser jê kir

Hewlêr- Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) vîdyoyek belav kirin ku, gotin me serê rojnamevanekî Welatên Yekbûyî yên Amerîkayî (DYA) jêkiriye.

DAIŞê, ev vîdeoya rojnamevanê DYAyî James Wright Foley yê di sala 2012an de li Sûriyê hatî revandin, li ser medyaya sosyal bi serenava “Bo Amerîkayê peyam” belav kir.

Rasteqîniya vîdeoyê heta niha ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.

Kesê ku weke James Foley didin naskirin ji aliyê milîtanekî DAIŞê yê rûyê wî girtî ve tê diyarkirin.

Milîtanê DAIŞê yê ku bi devoka Birîtanyayê Ingilîzî diaxive, sedema kuştina Foley, êrîşa DYAyê ya hewayî ya li Iraqê li ser DAIŞê nîşan dide.

Berdevkê Desteya Ewkehiyê ya Neteweyî ya Koşka Spî Caitlin Hayden, got wan vîdeo dîtiye û rêxistina îstixbaretê dest bi xebatê kiriye ku biznibin vîdeo rast e an ne.

Hayden anî ziman ku, eger vîdeo rast be, ew dê li hemberî kuştina rojnamevanekî Amerîkî yê bêguneh bikevin sehmê.

James Feleyê ku ev 5 sal in li Rojhilata Navîn kar dike, 22ê Çiriya Paşîn a 2012an ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû revandin.

Malbata Foley li ser Twitterê peyamek da û got: “Em dizanin hûn hemû hewl didin ku rastiyê bizanin. Heta ku em jî agahiya rast bistînin, sebrê bikişînin û ji bo Feley duayan bikin.”
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button