Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Almanya amadeye çek bo hêzên pêşmerge rêke

Herdu wezîrên karê derve û ya berevaniyê ya Almanya îro çarşemê ragihandin ku Berlîn amadeye çek rêke bo hêzên pêşmerge yên li dijî rêxistina terorê DAIŞ şer dikin.

Wezîrê karê derve Frank-Walter Steinmeier ragihand ku alavên sivik weku êlekên parastinê dê yekser birêkirn û da xuya kirin ku Berlîn pesend kir çek jî rêke.

Her wiha ji rojnamevanan re got:Em dikarin di wê zanebûnê de bin ku çendê ji van alav û çek dê bêne dabîn kirin, Birîtanya,Firansa û Îtaljî biryar dane çek rê kirin û em jî ji aliyê xwe ve amadene vê yekê bikin.

Û wiha pê de çû: Hemû ev tişt bi armanca wê yekê tê kirin ta hêzên Kurd di rewşekê de bin karibin li beremberî êrişên DAIŞ rawestin.

PUKmedia / Reuters

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button