Break newsNûçeslide

DAIŞê ji bo berdana Foley daxwaza 132.5 milyon dolar kiribû!

Hewlêr – Çapemeniya Amerîkayê îdia kir ku DAIŞê ji bo ku rojnamegerê amerîkî James Foley berde 132 milyon û 500 hezar dolar ji Amerîkayê xwestiye.

DAIŞê çend roj berê di vîdoyoyekî de serê rojnamevanê amerîkî James Foley jê kir û ragihand, serjêkirina wî rojnamevanî peyamek e ji Amerîka re ku êrişên li dijî çekdarên DAIŞê bide sekinandin.

Lê beriya bûyera serjêkirinê Amerîka hewl dabû James Foley ji destê DAIŞê rizgar bike lê ev hewl bêencam mabûn.

Çapemeniya Amerîkayê îro îdiayek sosret li ser hewlên rizgarkirina wî rojnamevanî belav kir û ragihand, DAIŞê ji bo berdana Foley 132 milyon û 500 hezar dolar ji Amerîka xwestibû lê hikûmeta Amerîka ev yek qebûl nekiribû.

Ajansa nûçeyan a APyê di nûçeya xwe de hin rayedarên amerîkî yên ku nexwestin navê wan bê nivîsandin wek çavkanî nîşan da û diyar kir ku ev daxwaz bi rêya mailê ji malbata Foley ya ku li eyaleta New Hampshîreyê rûdinê re hatiye şandin.

Ji rayedarên payebilind ê şîrketa GlobalPost ê Phîlîp Balboniyê ku Foley berê li bal wan xebitiye destnîşan kir ku çekdaran cara ewil dawiya sala par ji wan pere xwestin.

Di civîna çapemeniyê ya rojane de der heqê vê mijarê de ji Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîka Marîe Harfê ev mesele hat pirsîn û wê jî wiha got: “Em qet tiştekî wisa nakin û emê ti carî daxwazên terorê qebûl nekin.”

(Rûdaw/AA)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button