Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Yawer: Pêşmerge operesyonên serkeftî birêve birin û çendîn dever rizgar kirin

Sekreterê giştî yê wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer îro çarşemê ragihand ku dê di heyama hefteya pêş de civîneke girîng di navbera wezareta Pêşmerge û wezareta Parastinê ya Federal de lidarkeve.

Ferîq Yawer li paytext Hewlêrê di kongireyek rojnamevanî de ku PUKmedia şopand da xuya kirin; Serdana şanda Kurd a serdana Bexdadê kir serkeftî bû, di encamê de li ser gelek xalan lihevkirin hate kirin, xala herî girîng ew bû ku li ser bûdceya hêzên pêşmerge lihevkirin lidarket û wê bûdceya hêzên pêşmerhe bê ku ji bûdceya Herêma Kurdistanê ya ji %17 ye bê qut kirin herdem bête rêkirin, Yawer bal kişand ser bi yekê ku ev serdan ji bo hemû Êraqê girîng bû û encamên baş dan.

Ferîq Yawer wekî din ragihand ku wê di heyama hefteya pêş de civînek di asteke bilind de ligel wezata Parastinê ya Federal de bête lidarxistin, derbarê şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ jî Yawer da xuya kirin ku hêzên pêşmerge operesyonên serkeftî li dijî terorîstan birêve birin û gelek deverên nêzî û bi ser Herêma Kurdistanê ve ne ji destê çeteyên DAIŞ rizgarkirin.

PUKmedia / Hewlêr

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button