Break newsNûçeslide

Dîplomatên tirk nehiştin Papa biçe serdana Kobaniyan

Navenda Nûçeyan- Hat îdia kirin ku Papa Francis di çarçoveya serdana Tirkiyeyê de xwest biçe serdana penaberên Kobanî, lê diplomatên Tirkiyeyê astengî ji wî re derxistin.

Rojnameya La Repullica ya li Îtalyayê tê weşandin ragihand ku Papa Francis di çarçoveya serdana Tirkiyeyê de xwest biçe serdana penaberên Kobanî lê dîplomatên Tirkiyeyê astengî ji wî re derxistin.

Li gorî nûçeyê di eslê xwe de Papa nexwestibû serdana Tirkiyeyê jî bike.

Hat îdia kirin ku Papa xwestibû serdana penaberên ji Kobanî hatîn bike lê ji aliyê dîplomatên tirk ve ew serdan hat astengkirin.

Di heman nûçeyê de hat gotin Papa ji gotinên Erdogan ên di derbarê siyaseta Sûriyê de aciz bû û herwiha hevdîtina li gel Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez pêk anî jî ne bi dilê wî bû.

Îdiayên ku di nûçeyê de cih girtîn ji devê rayedarek fermî yê vatikanî hat gotin û hêj agahî nehatine derewandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button