Break newsNûçeslide

Ji Hollena alîkarî boyî penaberên Kobanî hate şandin

Welatparêzê kurd Ristem Bedirxan Îsa ji bo cara sêyemîn ji Hollenda boyî penaberên kurd ên Kobanî bi rêya Tirkiyeyê alîkarî şand.
Ji fêrma xwe ya ku kar û bazirganiya destê duyemîn a cilan dike, kontênerek 40pê ji yên mezin di 01/12/2014an de hate barkirin û boyî Tirkiye hate şandin. Ta bi kirê û xerciya şandinê jî girtibû ser mile xwe.
Alîkarî ji evan celebên cilan pêk dihat; cilên ji bo mezin, jin û zarokan, wek betanî, lihêf, cilên zivistanê(kenze, lepik, şal, kum)+ 320 kenzeyên nû.
Wê alîkarî bighê ber destê rêzdar Elî Ibrahîm endamê komîta navendî ya PDK-S li Urfayê, yê ku Imbarek amade kiriye daku wan cilan lê kom bike, û di dûv re ewê bi rêya rêxistina Turkiye ya partiya xwe wan cilan li penaberan belav bike.
Hêjayî gotinê ye ku rêzdar Ristem Bedirxan Îsa ji kîs xwe, wek kes av alîkarî boyî penaberên Kobaniyê şandiye, û di her du carên berê de alîkarî boyî penaberên kurd ên li başûrê Kurdistanê şandibû.
Bijî kurd, bijî Kurdistan
Bijî biratiya gelê kurd.
03/12/2014
Hollenda
hol-04

Hol-03

Hol-01

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button