Break newsRaportslide

Xwedankarên sewalan : Biryara girtina dergehê Sêmalka zehmetiyê zêdetir dike

Yekiti Media

Birêveberîya dergehê sînorî yê Sêmalka got: ku rêveberiya dergehê Fişxabûr li herêma Kurdistanê biryarek der xist ji bo ragirtina derbaskirina hemû cureyên sewalan ji deverên Kurdistana Sûrîyê bo deverên herêmê heta agahadarîyek din.

Ji alî xwe ve rêveberîya dergehê Sêmalka di biryara xwe de ji hemû bazirganiyên sewalan agehdar kir ku sewalên xwe nînin dergehê Sêmalka di vê demê de.

Biryara dergehê Sêmalka tê ku di vê rewşa ku herêma Kurdistana Sûrîyê û deverên rojhilatê Sûrîyeyê bi giştî de derbas dibe ji nebarandina baranê û buhabûna êm ê sewalan û nizm bûna nirxê wan ku zehmetîyên hemwelatiyan zêdetir dike li gorî Şivan Mihemed ku xwedankarekî sewalan ji gundên Hesekê ye got.

Mihemed lê zêde kir û got derxistina sewalan bi riya derwazeyê sînorê ( Sêmalka – Fişxabûr) demarê jîyanê bû ji herêmê re, û bêhndana yekane ji çavkaniya debara wan bû, û ev girtin ew ê bazaran rawestîne û buhayê wê kêm bike, loma ew ê bandorek neyînî bike li ser xwedankarên sewalan ku berdewam bikin di xwedîkirina wan.

Di heman demê de xwedankarên sewalan gelek zehmetî dibînin ji ber nebarandina baranê û kêmbûna deverên çêrandinê, û zêdebûna buhayê êmeyê wan, ji ber ku kîloyek ji ceh gihîşte 700ê pereyên Surî, û kîloyek ji ka ji 200ê P.S derbas bûye, digel rawestandina belavkirina êm ji navendên hikûmeta Surî ji ber tengav kirinên rêveberîya Xweser ya girêdayî bi ser PYD’ê ve ji wan re piştî aloziyên dawî ku li parêzgehê rûda.

Herwiha şaryarê çandiniyê yê Sûrîyeyê Hesan Qutina ji medyayê re dîyar kir ku Sûrîyê ji sala 2011an ve ji sedî 50î ji samana xew ya ajalên winda kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button