Break newsNûçeslide

Şandek ji nûneratîya ENKSê serdana qaymeqamê Hewlêrê kirin

Yekiti Media

Îro roja pêncşemê 18ê sibata 2021an de, şandek ji komîteya têkiliyên derveyî ya nûneratîya ENKS ê li herêma Kurdistanê serdana birêz Nebiz Ebdulhemîd Qaymeqamê Hewlêrê kirin.

Şanda ENKSê bi serokatiya Newaf Reşîd serokê nûneratîyê û endametiya her ji (D. Kawa Azîzî, Raman Mela û Esmehan Dawûd) bû .

Di vê serdanê şanda ENKSê li gel qaymeqamê Hewlêrê derbarê bilindbûna ji nişkê ve bûhayê Nanê ( Surî – Lubnanî), û pawankirina hin nûneran jê re gotûbêj kirin, ji ber ku buhayê pakêteke nan gihîştîye 1000 dînarê Iraqî.

Zêdekirina nanê (Sûrî – Lubnanî) pêleke mezin ji hêrsa penaberên Sûrîyê li Hewlêrê rû da , loma çalakvanan kampanyayek li ser torên medyayê civakî pêk anîn, ji ber vê kampanyayê penaberan paykot kirina kirîna nan kirin da ku bibin alîkar di zextê de li ser bazirganan ku ji biryara bilindkirina buhayê nan paşde vegerin.

Ji aliyê xwe ve Ebdulhemîd got ku em rê nadin ti kesî ku pawankirina nirxan bike, û biryara hikûmetê ew e ku girtina nanxaneya ku nirxê nan bilind dike û herwiha şopandin bi berdewamî tê kirin.

Di dawiya hevdîtinê de Ebdulhemîd spasiya şanda nûneratîyê kir ser serdana wan û guhdan kirina wan ji pirsgirêkên penaberan re, û tekezî kir li ser berdewamîya hevdîtinan ji bo xizmetkirina birayên me yên kurdên Sûrîyeyê ku ew li vir li mala xwe ne û li ser xaka xwe ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button