Break newsRaportslide

Rêxistina Rojhilat a PYK-S semînerek gotûbêjkirinê li xwecihîya Senceqê li dar xist

Yekiti Media

Rêxistina Rojhilatî ya bajarê Qamişlo ya Partîya Yekîtî ya Kurdistana – Sûriye semînerek gotûbêjkirinê ji endamên xwecihîya Senceqê li gundê Sehil li dar xist bi navê “Danûstendinên Kurdî – Kurdî” .

Di destpêka semînerê de Mihemed Mistefa endamê komîteya konevanî ve got û da xuya kirin ku danûstandinên di navbera ENKSê û PYNkê ku partiya Yekîtîya demokrat seroktîya wê dike gihîşte kuderê , piştre Xalid Emîn ku endamê Komîteya herêmî ye hin pirs di derbarê girîngiya danûstandinan û rêjeya serkeftina vê pêvajoyê û bi taybetî piştî zêdegavîyên ku ji aliyê hêzên PYD’ê ve hat kirin ji gotûbêjkeran kir.

Gotûbêjkeran tekezkirin li ser girîngiya vê dîyalogê, û pêdivîya pêk anîna daxwazên miletê kurd di yekrêzîya mala kurdî de.
Di heman demê de hin nerazîbûn û kêmbûna xweşiya xwe dan nîşandan ji ber zêdegavîyên vê dawiyê ( Girtin- şewitandina ofîsan- perwerde), ji bilî pawankirina biryarên yên girêdayî di karûbarên herêmê de ji aliyê kadroyên PKK’ê ve.

Tê zanîn ku Partîya Yekîtî ya Kurdistana- sûriye gelek semînerên gotûbêjkirinê li dar dixe, ku girêdayî bi rewşa konevanî ya Kurdî û tevlîbûna dengê gelê kurd û beşê rewşenbîrî di biryara ramyarî kurdî de .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button