Break newsNûçeslide

Revandin û binçavkirina zarokan didome.. Qurbanî jî ji koçberên Serê kanîyê ne

Yekiti Media
Di hefteya borî de rêxistina ciwanên şoreşger ya Partîya Yekîtîya Dêmokrat keçek biçûk (a ne gihayî) ji bajarê Hesekê ku ew ji xelkê bajarê Serê kanîyê ye, revandin.

Çavkanîyek nêzîkî malbatê wiha got : ku keça biçûk ( a ne gihayî) Ariyana Behrî ji aliyê ciwanên şoreşger ji taxa Til Hecer a bajarê Hesekê de, di hefteya borî de hat revandin û binçavkirin bi riya otomobîleke sipî ji cureya vanê ye, û diyar kir ku malbata wê di rojên borî de li wê gerîyan li nik saziyên girêdayî PYD’ê ve û ti encam jê derneket.

Û herwiha çavkanî tekezî kir ku berî du rojan agahî gihîşte malbata wê ji hêla ciwanên şoreşger bi riya telefonê de ku Ariyana li ba wan e, bêyî ku hûrgilîyên zêdetir bidin wan.

Tê zanîn ku Ariyana Behrî ku 13 e salî ye, ku di sala 2008an hatiye zayinê, û di gel malbata xwe koçberî bajarê Hesekê bûn piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bajarê Serê kanîyê û malbat bê regezname ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button