Break newsRaportslide

Efrîn .. Raporek li ser sotemenî û çavkaniyên enerjiyê ‏

Cureyên enerjîyê li herêma Efrînê cuda ne, ji bilî mazotê, û benzînê û xazê, xelk û bi awayekî piranî êzing û xiloz ( komir) bi kar tînin, di gel bilindbûna nirxan lê ji ber hewcedarîya wan nemaze di sermaya zivistanê de xelk neçar dibin ku wan bi kar bînin.

Nûçegihanê “Yekiti Media” li Efrînê dîyar kir ku êzing ji birîna şaxên darên zeytûnan çêdikin piştî ku hevdana zeytûnan û dûmahîya demsala zeytûnê , ku ew ji Çileyê dest pê dike û di meha Nîsanê de diqede, û diya kir ku zêdetirî 15 mîlyon darên zeytûnê hene.

Nûçegihanê me nîşankir ku êzing di zivistanê de ji bo germkirinê tê bi kar anîn, lê ji bo pijandina xwarinê di salê hemû de tê bi kar anîn, û herwiha nirxê tonekê 100 dolarê Emerîkî ye.

Herwiha xelkê herêma Efrînê xiloz ( komir)ê darê bi kar jî tînin ku ji daristanên çîyê derdixin, û du cureyên wê hen : xiloz ê darê berû(sindiyan) ku cureya herî çêtirîn xiloz e û nirxê kîloyek jê nêzîkî 1000 lêreyên Sûrî ne, û cureya din a xilozê darê kajê bejî ne ku kîloyek jê nêzîkî 700 L. S.

Ji bilî êzing û xiloz xelk mazotê jî bi kar tînin ku ew jî du cure ne, yekem Tirkiye parzûnandîye nirxê wê 2000 L. S, û ya duyem mazota Sûrîye ku pêvajoya parzûnkirina wê xwecihî ye û lîtrek bi buhayê 1800 L. S tê firoştin

Ji aliyekî din ve di derbarê sotemeniya benzînê de nûçegihanê me anî ziman ku lîtreya wê diyar kiriye ku bi 2000 L. S ne, û xaz bi buhayê 30 hezar L. S tê firotin.

Di heman demê de xelk gazê jî bi kar tînin ku di paporên destkarî de û di çirayên gazê de ji bo ronîkirina malan êvarî bi kar tînin ku lîtreyek jê bi buhayê 2000 L. S tê firotin.

Nûçegihanê me eşkere kir ku hemû van sotemenîyan hene lê bi buhayekî bilind te firotin.

Ji aliyekî din ve berî sê mehan desthilata Tirkiyeyê elektrîkê gihandîye bajarokê Cindirêsê û bajarê Efrînê ji parêzgeha Hetayê ve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button