Break newsNûçeslide

Vekişîna hêzên Rûsyayê ji Til Temir û Eyn Îsa ji nişka ve

Duh roja Yekşemê 12ê Sibata 2021an de, hêza Rûsyayê ji bingehên xwe ya leşkerî li bajarokê Til Temir vekişiya.

Nûçegihanê Yekiti media li Til Temir wiha got ku hêza Rûsyayê vekişîya ji rawestgeha Çêlekan li bajarok ku berî du salan wekî bargeheke leşkerî ya Rûsî dihat bi kar anîn , û nîşankir ku hêzên Rûsyayê ber bi bajarê Qamişloyê ve çûn, lê ta niha ti agahî ne giştiye Yekiti Media ku ew li balafirgeha Qamişlo bi cih bûne yan na, û di heman demê de hêza Rûsyayê ji bingeha xwe ya leşkerî li bajarokê Eyn Îsa vekişîya û li baregeha Til Elsemin bi cih bûne .

Herwiha ne hêzên Rûsî li Qamişlo û ne jî serkirdeyên wê li bargeha Himêmîm li berava Sûrîyê ti daxuyanîyek derbarê vekişînan de nedane.

Liv û tevgerên Rûsyayê piştî kombûna dewletên garantor li Soçî ya Rûsyayê ango ( Tirkîya, Rûsiya û Îranê) û şandên rêjîmê û dijberîyê û nûnerê taybet ê NY’ê li Sûrîyê ” Geir Pederson” hatkirin .

Di heman çarçoveya de artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar yên girêdayî bi ser wê ve duh roja Yekşemê êrîşên xwe nû kirin, ku bombebarankirin bi topan li ser gundê Elmişêrfê ya girêdayî bajarokê Eyn Îsa û herwiha westegeha ElNexîl, û bombebaranê gişt riya navdewletî M4 jî.

Divê were aşkerekirin ku hêzên Rûsyayê piştî êrîşkirina Tirkiyeyê li ser bajarê Serê kanîyê û Girê Spî li hin bingehên leşkerî li Kurdistana Sûrîyeyê û bakurê Sûrîyê bi cî bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button