Yekîtî Kurdistanî semînerek ji hevalên Qela Dizê û Raniya re li dar xist

Yekiti Media

Duh yekşemê 21ê sibata 2021an de, birêz Kanîwar Şêxo endamê Komîteya Navendî ya Partîya Yekîtî ya Kurdistana – Sûriya semînerek rêxistinî û konevanî ji hevalên şaxê Qela Dizê û Raniya ya rêxistina Silêmaniyê re li dar xist.

Di destpêkê de kêlîyek bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê rawestîyan, û piştre Kanîwar Şêxo li ser rewşa rêxistinî axivî û pêşniyaran dan da ku tevgera wan bihêztir bibe, û herwiha li ser hemû pêşveçûn û guhertinên konevanî ku li herêmê bi giştî rû dide axivî.

Ji aliyekî din ve Ferhad Şêxo endamê Komîteya herêmî axivî li ser xebat û rola partiyê di bizava Kurdî li Sûriya de, û herwiha rola wê ya pêşeng û avaker di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, ku ew nûnertiya pirojeya niştimanî dike .

Di heman demê de semîner dewlemendtir bû bi pirsên hevalan ku ji aliyê Kanîwar Şêxo bi sîngeke fireh hatiye bersivandin.

You might also like