Break newsNûçeslide

Tirbespîyê : xwedîkirina hespan li gundewarê bajêr

Yekiti Media

Ji demên kevnar e de bajarokê Tirbespîyê û gundewarên wê û herwiha wekî herêmên Kurdistana Sûrîyê bi piraniya xwe xwedîkirina sewalan wekî ( Ga, mî û mirîşkan) de dikirin da ku her malbatek pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin, û di demên dawî de hinekan li herêmê nemaze li gundewarê başûrê Tirbespîyê de xwedîkirina hespan pejirandin.

Ji ber vê yekê malpera Yekîtî Mîdiya pirsyarîkirin derbarê vê mijarê de pêk anî, ku xwedîyê baneya hespên resen ji peyamnêrê malpera me li Tirbespîyê wiha got : ku min berî pênc salan de dest bi xwedîkirina hespan kiriye , û niha li ba min di navbera ” hespên perwerdeyê ji bona bazanan û hespên zayinê” de 13ê hesp hene, û hemû hespên Erebî yên resen in û navdewletî ne, û min beşdarî gelek bazanên taybet yên hespan li herêmê de kiriye ..

Herwiha berdewam kir di axaftina xwe de û got : min zevîyek li ser riya giştî kirî ji bona damezirandina baneyek taybet ji hespan re, ku amedekirî bi hemû alavên pêdivî ji bona xwedîkirin û domandina wan.
Lê ji ber ku rewşa darayî ya xirab ku li herêmê de di dema dawî de rûdide ez derng ketim ku baneyê amede bikim, û neçar bûm ku wan kêleka gundên başûr xwedîbikim heta ku baneyê bi dawî bikim.

Ji aliyekî din ve nîşankir li ser zehmetîyên ku di xwedîkirina hespan dikişîne, ku xwedankir divê bizanin çawa wan xwedî bike, û buhabûna êm ê taybet yê hespê, û nebûna alîkarî û piştgirî ji ti aliyekî di vî warî de.

Berdewamkir ku armanca min ji xwedîkirina hespan ku ev sawalên kedî ne û heval in ji mirov re, û herwiha ji ber ku siwarbûna hesp hesta xwebawerî û rehetiya derûnî dide mirovan, herwiha ji min re dibe çavkaniya debarê di firotina dotmalên piçûk de.

Tê zanîn ku ku li gundên Tirbespîyê du baneyê hespan hene, û herêmên başûr û Til Hemîs jî hene..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button