Break newsNûçeslide

Amûdê : piştî berdana wan, şandek ji serkirdeyên Partîya Yekîtî serdana mamosteyên girtî kirin

Yekiti Media

Şandek ji partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya bi serokatiya Sekreterê Partîyê serdana mamosteyên girtî kirin, piştî ku hatin berdan ji zindanên PYD’ê ve li bajarê Amûdê .

Tê zanîn ku çekdarên Partîya Yekîtîya Dêmokrat (PYD’ê), di roja şemîya borî de mamoste girtin bi hinceta ku korsên (rahênanên) taybet ya rêbaza rêjîmê didan .
Piştî çend rojan mamoste hatin berdan û neçar bûn ku bi zordarî peyman bidin ku rahênanan nedin, û hatin ragihandin bi şêweyê gefan ku ew pabendî vê peyman danê nebin ew ê bên cezakirin bi demeke dirêj.

Herwiha tê zanîn ku binçavkirin û girtina mamosteyên Amûdê û Girkê Legê hate kirin piştî ku kampanyayeke bi vî awayî li bajarê Dirbêsîyê pêk anîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button