Serok Barzanî di gel balyozê Swêdê li Bexdayê rewşa Îraqê û herêmê gengeş dike

Duh pêncşemê 12ê Sebata 2021an, serok Barzanî li Selahedînê ya nêzîkî Hewlêrê di gel balyozê Swêdê li Bexdayê Lars Ronnas pêşhatên rewşa siyasî ya Herêmê û pêvajoya siyasî û herwiha helbijartinên pêşerojê yên yasayî li Îraqê gengeşkir.

Di heman demê de di civînê de ronahî hatkirin li ser gefên teroristî li ser ewlehiya cîhanî, ku dîplomasîyê Swêdê spasiya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ji bo rola wan derbarê têkbirina DAÎŞ ê û parastina ewlehî û aramiya di cîhanê de.

Ji aliyekî din ve di civîn hat gotûbêjkirin li ser peywendiyên di navbera gelên Kurdistanê û Swêdê de, û rewşa revendên kurd li wir, û ji aliyê xwe ve Barzanî spasiya Swêdê kir ku pêşwazîya hemwelatiyên Kurd di rojên dijwar û kampanyayên Enfalê de.

You might also like