Efrîn… Komek çekdar Azad Nebo bi serbestî berda

Yekiti Media

Îro sibehê komek çekdar Azad Cemîl Nebo bi serbestî berda, piştî revandina wî nêzîkî du mehan ji dikana wî li navçeya pîşesazî li bajarê Efrînê..

Li gorî jêderekî nêzîkî Nebo, ku wan sedema revandin yan cihê wî nizanin.

Tê zanîn ku Azadî endamê partiya Yekîtî Kurdistanî – Surîya ye, û çil salî ye, û di roja 29/12/2020 hat revandin ji dikana wî ji navçeya pîşesazî li bajarê Efrînê.

Herwiha piştî dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê, hin komên çekdar yên girêdayî bi ser wê ve gelek binpêkirin ji revandin û talan kirin û kuştin û dizî derheqê niştecihên bajarê Efrînê dikin..

You might also like