Break newsNûçeslide

Xoca li Mesqet û Dewha çavpêketin bi herdu Wezîrên derve yên ‘Oman û Qeter kirin

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Xalid Xoca duhî li Mesqitê çavpêketinek bi Wezîrê derve yê Seltena O’manê Yosif Bin E’lewî bin Ebdulah re pêkanî, û di hevdîtinê de rewşa Sûriyê piştî destêwerdana leşkerî ya Rûsiya hat gengeşekirin.
Herwiha di hevdîtinê de aliyê O’manê pîtedana xwe bi rewşa mirovî ya ji encamê zêdebûna oparisyonên leşkerî, û zêdebûna pêlên koçberiyê bisedema êrîşên esmanî anî ziman, herwiha hevdengiya xwe nîşan da li ser pêwîstiya destpêkirina pêvajoya çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariya navdewletî carek din, û dît ku pêwîst e desteya fermanrewiya veguhêz destpêk be bo qonaxeke nû li Sûriya.
Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî helwesta Hevbendiyê û Şoreşa Sûriyê derbirî, ya ku destêwerdana Rûsiya wek destdirêjî li ser gelê Sûriyê li qelem dide, ya ku heta niha bitenê sivîlan û çekdarên artêşa Azad armanc dike, berovajî tişta tê ragihand ku êrîşên Rûsiya bitenê derfetek zêdetir daye rêxistina DAÎŞê bo berferhtir bibe û navçeyên zêdetir kontrol bike.
Herwiha li aliyek din îro li Dewha Xald Xoca civiya ligel Wezîrê derve yê Dewleta Qeterê Xalid El’etiya re û di hevdîtinê de bi têrutijî gengeşeyek hat kirin derbarê derencamên metirsîdar li ser Sûriya û navçeyê û herwiha pêwîstiya destpêkirina bizaveke hevbeş bi beşdariya heryek ji Erebistana Si’ûdî û Qter û Tirkiya bo rawestandina rûbirûbûna leşkerî ya dibe gef li ser yekîtiya Sûriyê û li ser ewlehiya navçeyê, û herwiha li ser destpêkirina pêvajoya siyasî ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariyê ji xala danustaninê ya Jinêv lê sekinîn bi awayê ku têde daxwazên gelê Sûriyê misoger bibin  di bidestxistina rûmet û azadiyê.Jêder: Hevbendî  

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button