Break newsNûçeslide

Hevbendî: Em Ji Encûmena Ewlekariyê Daxwaz Dikin Ko Pêrabûnên Tund Ji Bo Rawestandina Êrîşên Rûsya Bike 

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir da bi pêrabûnên tund û kartêker ji bo rawestandina êrîşên Rûsya rabe, bi taybetî kuştara ko Firokên Rûsî di du rojên çûyî de li dijî miletê Sûrî li Gundewarê Laziqiyê kir û di encamê de 80 sivîl şehîd ketin.
Firokên Rûsya dagîrker doh êrîş dane ser gundê Bişirfe di encamê de 51 sivîl şehîd ketin û êrîş dane ser Bûz Elxirbe û Rebîa li Gundewarê Laziqiyê, yekê ji wan şikeftek armanc kir ku bibû penageh ji zarok û jinan re da bi evê yekê jî dijminkariya Rûsya ya ku Rêjîma Esed temam dike çimkî sivîlan û Artêşa azad amanc dike .
her wiha hejmara qurbaniyên gundê Bûz Elxirbe bi encama bombebarana Rûsî duşembê (19.10) giha 39 kesan, Tîma berevaniya Sivîl 35 kelax deranîn piraniya wan zarok û jin bûn.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî di daxuyaniyeke taybet de tekez kir “ko ev kuştar çênabe bê lêpirsîn derbas bibin.” Doz kir ko “rê li ber evan êrîşan bigirin, yên bi behaneya têkbirina tiroristiyê dibin, û Rûsiya bi xwe nehatiye Sûriyê pêvî ji bo piştgiriya tiroristiya Esed û çeteyên wî bike.”
Elherîrî doz kir ko giring e”Herêmeke aram ji bo parastina xelk û jin û zarokên me çê bibe, û Behitîna xwe diyar kir ko hinek dibêjin pêdivî bi avakirina Herêmeke aram nîn e, pirs jî kir eger zarok û jinên wan di bin bombebarana Firokên Rûsya û Bermîlên Esed de bana, gelo ewê herêma ” aram dê li bal wan neçareseriyek piraktîk ba?Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button