Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî: Çi Çareseriya Siyasî Divê Rola Esed Bidawî Bike

Berdevkinan bi navê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî tekez kirin ko çi çareseriya siyasî gerek li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê be. Hem gotin ko ew Beşar di çi qonaxê de napejirînin.
Ew tê di çaxê ko wezîrên derve yên Emerîka, Rûsya, Tirkiyê û Siûdiyê li  paytexta Nemsayê “Viyena” ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê li hev civiyane.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwe got; hewldanên Rûsya ko dibêje Dewletin dost û heval helwesta xwe guhertine der barê ku rola Esed di qonaxa veguhêz de hebe, ew nerîn e û çi tekeziya evê mijarê nîn e. Ev li gora gotina wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr û tekezkirina wî ko ji bo têkbirina Daişê, divê Esed ji desthilatê bidûr bikeve.  
Merwe berdewam kir û got: Rûs li jêr dirişma Miletê Sûrî ew serokê xwe hildibijêre dixwazin Esed biser bixin. Lê miletê Sûrî hîç napejirîne ko Tawankarekî 350hezar kuştine dîsa Sûriyê birêve bibe.
Ji aliyê xwe ve Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde got “em hîç Beşar Elesed rojekê tenê jî di qonaxa veguhêz de napejirînin.” Û got giring e çareseriyeke siyasî bête dîtin ko miletê Sûrî bipejirîne û li gora daxuyaniya Cinêvê berjewendiyên wî biparêze.
Elebde destnîşan kir Miletê Sûrî hîç tawankariyên ko Rêjîma Esed der heqê zarok û jinan li ser dirêjiya pênc salan kirine ji bîr nake.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button