Break newsHevpeyvînslide

“Eger pêşmerge derbas bin wê şerê hev bikin“

Çavkaniyeke taybet ji bajarê New Yorkê ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, serkirdeya TEV-DEMê  Îlham Ehmed di dema serdana xwe ya bo Amerîkayê de behsa vegera Hêzên Pêşmergeyên Rojava kiriye û daye xuyakirin, ku derbasbûna pêşmergeyên Rojava bo nav Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedema çêbûna şer.

Li gor wî çavkaniyê Rûdawê, Îlham Ehmed gotiye: “Em naxwazin pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê vegerin, ji ber ku dê şer di navbera wan bi xwe de derkeve.”

Çavkaniyê Rûdawê diyar kir, ku Îlham Ehmed li Amerîkayê herwiha ragihandiye, ji ber ku nakokî di navbera aliyên Encûmena Niştîmaniay Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de hene, eger pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin, dê şerê hev bikin.

Îlham Ehmed di nav Înistiyatîva Jinên Sûriyeyê de serdana Amerîkayê kiribû.

Pêşmergeyên Rojava

Li gor agahiyan, 6 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê amade ne û li benda rêkevtina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ne, daku bikarin derbasî nav sînorê Rojavayê Kurdistanê bibin û li dijî DAIŞê şer bikin.

Ew pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji wan ciwan û xortan pêk tê ku ji sala 2011an ve ji Artêşa Sûriyeyê cuda bibûn û berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Fermandeyiya Zêrevanî ya Wezareta Pêşmerge ve perwerdeya leşkerî dîtine.

15ê Îlonê Barzanî û Msulim li Hewlêrê civiyabûn

Roja 15ê Îlonê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Msulim piştî demek dirêj serdana Hewlêrê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Di civîna navbera Barzanî û Msulim de Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Brett McGurk jî amade bibû û hat gotin ku civîn bi navbeynkariya Amerîkayê hat lidarxistin.

Brett Mcgurk derbarê civîna 15ê Îlonê de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandibû, ku wan li Hewlêrê civînek gellek giring bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê PYDê Salih Msulim re pêk aniye.

Piştî bidawîhatina civînê û di şeva 15ê Îlonê de, Bepirsê Pêwedniyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî jî li ser Twittera xwe derbarê civînê de agahî dabû.

Hêmin Hewramî ragihandibû, Hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî wergirtine dê bo şerê li dijî DAIŞê herin Rojavayê Kurdistanê.

Hêmin Hewramî li ser Twittera xwe bi vî awaî nivîsandibû:

“Pêşmergeyên Roajavayê Kurdistanê yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî daye wan, dê vegerin Rojavayê Kurdistanê. Bi PYDê re bo şerê li dijî DAIŞê û bo parastina herêmên kurdî.”Rûdaw

Avestakurd

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button