Break newsNûçeslide

PYDê bo ROJAVA ji Rûsya Alîkarî xwast

Navenda Nûçeyan – Enistîtûya Lêkolînên Stratejîk a Rûsya (Russian Institute For Strategic Studies) li bajarê Moskowê konfransek di bin navê ‘Paşeroja Pêkanîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê’ de lidar xist.

Li gor agahiyan, di wê konfransê de çend rayedar û nûnerên partiyên siaysî yên kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî beşdar bûn.

Hat zanîn, ku di konfransê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulla û çend nûnerên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, nûnerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK), hin parlamenterên kurd Tirkiyeyê û çend berpirsên Rûsya beşdar bûn.

 

Li gor agahiyan, ji Bakurê Kurdistanê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Îrmak, Hevserokê Şaredariya Amedê Firat Anli û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan ê bajarê Wanê Nazmî Gor tevlî konfransê bûn.

 

Herwiha Hevseroka PYDê Asya Ebdullah û Hevserokê kantona Kobanî Enwer Muslim beşdarî di konfransê de kiribûn.

 

Di konfransê de li ser rola stratejîk a kurdan li devera Rojhilata Navîn gotûbêj hat kirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku eger pirsa kurd li Rojhilata Navîn neyê çareserkirin, dê çareserkirina pirsên din gellek zehmet be.

 

Hevseroka PYDê Asya Ebdulla di konferansê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa metirsiyên rêxistina DAIŞê û rola Kurdan di Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de kir.

 

Asya Ebdullah herwiha behsa ezmûna rêvebiriya li Rojavayê Kurdistanê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye damezrandin, kir û got ku divê ezmûna Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ji hemû Sûriyeyê re bibe bingeh.

 

Hevseroka PYDê bo serketina ezmûna Rêveberiyên Xweser ên li Rojavayê Kurdistanê daxwaza alîkariyan ji Rûsyayê kir, da ku ji Sûriyeya paşerojê de jî bibe mînakek baş.

 

Herwiha daxwaz hat kirin, ku Rûsya faktora kurd û role wan ê stratejîk li berçav bigre û li gor wê yekê siyaseta xwe li deverê bimeşîne. 

Li gor agahiyan, di konferansê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û pêkanîna hevpeymaniyeke nû ya li dijî DAIŞê, hin gotar hatin pêkeşkirin.

Hat zanîn, ku di konfransê d gotara Hevseorkê KCKê Cemîl Bayik jî hat xwandin. 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button