Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

“Xelkê Kerkûk wê hertim şehîdên pêşmerge û fermandarên qehreman bibîrbînin”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îro 1/2/2015 serdana hêzên pêşmerge ên li Mekteb Xalid, Meryem Beg û Mela Ebdula kir û li wir ragihand ku bi saya berxwedan û mêrxasiya pêşmergeyên qehreman ew navçe ji terorîstên DAIŞ hatine rizgar kirinê û destxweşî li hemû fermandar û pêşmergeyan jî kir.

Necmedîn Kerîm ragihand ku terorîstên DAIŞ di gelek qolan ve êrişî Kerkûkê kirin lê belê hêzên pêşmerge û bi hekariya êrişên asmanî yê hêzên hevpeyman ew êrişa tyerorîstan hate şikandin û karîn navçeyê rizgar bikin û zêdetir li 300 terorîstan jî bikujin.

Parêzgarê Kerkûkê diyar kir ku pêşmergeyên qehreman şehîdên mezin dan ku di nava wan de herdu şehîd (emîd Şêrko Fatih û lîwa Husên Mensûr) û tevî qhremanên din ên şehîd ketin û heya dilopa xwe ya dawî li pêş şerê DAIŞ`ê kirin û em şanazî bi berxwedana wan li dijî terorê dikin û bi serkeftina wan serbilindin.

Dr. Necmedîn Kerîm ragihand ku moralê pêşmergeyan weku me dît piştî serkeftinên mezin gelekî bilinde û da zanîn ku planên wan ên ewlekariyê hene û ewê di dema cîbicîkirina wan de bêne zanînê.

Dr. Necmedîn got: Hêzên pêşmerge li Kerkûkê ji bo parastina hemû pêkhate û netewên li kerkûkê bi bê cudahî hene.

Li dawiya axaftina xwe de jî Dr. Necmedîn Kerîm got: Kerkûk û xelkê wê hertim wê şehîdên pêşmerge û fermandarên qehreman ku xwîna wan di parastina Kerkûkê de hatine rijandin bi bîrbînin ku bûne cihê serbilindiyê û serfirazî û şanaziyê ji bo xelkê Kerkûkê û hevgirtina pêkhateyên Kerkûkê li hemberî terorê.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button