Break newsNûçeslide

Kerry: Têkçûna DAIŞ li Kobanê diyardare

Wezîrê Karê derve yê EmerîkaJohn Kerry da xuyakirin ku rizgarkirina bajarê Kobanê ji aliyê hêzên Kurdî ve û derkirina çejdarê DAIŞ ji bajêr bi hevkariya bi piştevaniya balafirên hêzên hevpeymana navdewletî bûyerek diyardar bû di şerê li dijî terora DAIŞ.

Kerry di kongireyek rojnamevanî de ligel wezîr karê derve ya Maksîks Xosiyê Antonyo Mîdî û wezîrê karê derve ya Kenada John Bêrd li bajarê Boston a Emerîka got; Çekdarên tundrew naçar bûn li têkçûna xwe mûkir bên.

Kerry wiha berdewan kir: Hêşta gelek tişt mane bêne kirin, DAIŞ her dem tekez dikir ku Kobanê bû wê sembole û armanceke stratejîke.

Û wiha pê de çû: Derkirina wan ji Kobanê tê wateyê ku ev yek gelekî girîngeû divê kes xwe di vê yekê şaş neke, emê her dem ji bo rêxistinên radîkar û tundrew ên sînoran nasnakin rawestînin serî li heman mekanîzmeyan bidin ta em desthilardariya zagonan bisepînine.

Ji aliyekî din ve General Jêms Têrî roja şemiyê bi beyannameyekê ku ji aliyê Pentagon ve hate balav kirin got; Hêzên Kurdî û bi piştevaniya hêzên me yên esmanî bajarê Kobanê vegerandin, ev yek diçespîne ku propaxandayên dibjên DAIŞ têk naçe valane.

Her wiha tekez kir ku: Hêzên hevpeymanê dê berdewam bin di şerê li dijî DAIŞ de.

Rêxistina terorê DAIŞ li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja derketî ser qada şer li Sûriyê ji 2013`an ve, rastî têçûna xwe ya herî mezin hat, piştî 4 mehan ji şerê dijwar hêzên YPG`ê, YPJ`e, Yekîneyên Şemis El-Şîmal û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştevaniya êrişên balafirên hêzên hevpeymana navdewletî DAIŞ ji bajarê Kobanê derkirin.

PUKmedia / Skynews

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button