Break newsNûçeslide

Fermandeyê Artêşa Azad li Kobanî: Emê li Kobanî bimînin

Kobanî – Fermandeyê çekdarên Suwer El Reqqa (Şoreşgerên Reqqayê) yên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li Kobanî, Mihemed Rûhî ragihand, ew dê li Kobanî bimînin.
Fermandeyê beşek ji çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li Kobanî Mihemed Rûhî ji Rûdawê re got, koma me 2 sal in li bajarê Reqqayê yê Sûriyê hatiye avakirin lê dema DAIŞê êrişî Kobanî kir em bi malbatên xwe ve derbasî Kobanî bûn.

Fermandeyê Suwer El Reqqayê diyar kir ku salek e li Kobanî ne û li kêleka hêzên Pêşmerge û YPGê li dijî DAIŞê şer dikin û got, di rizgaririna bajêr de em pir tengav bûn.

Mihemed Rûhî anî ziman ku di rizgarkirina Kobanî de balafirên şer ên hêzên hevpeyman û çekên giran ên Pêşmerge rolek mezin lîstin.

Wî fermandeyê Artêşa Azad a Sûriyê da zanîn ku dê li Kobanî bimînin û şerê DAIŞê bikin, ji ber ku DAIŞê dujminê her kesî lewma divê her kes li dijî wê şer bike.

Rûhî li ser hejmara çekdarên xwe yên li Kobanî jî bi hêceta ewlehiyê, ti agahî neda.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button