Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Wîlayetî: Îranê di piştgiriya rêjîma Sûrî de berdewam e
Yekîtî Media 8/5/2016
Şêwermendê rêberê bilind yê Îranê ”Elî Wîlayetî” ragihand, ku welatê wî di piştgiriya rêjîma Sûrî de berdewam e.
Şêwermendê Îranî ew daxuyanî di civatekê de li gel serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed li Şama paytexit ragihand.
di heman mijarê de Wîlayetî ji alavên ragihandinê re diyar kir, ku serokê rêjîmê li cem wan xêzeke sor e, û divê di karê xwe de berdewam bimîne, ji aliyê xwe ve Esed spasiya Hikûmet û Artêşa Îranê li ser piştgiriya wan kir.