Break newsNûçeslide

Di daxuyaniyekê de ENKS girtina endamên xwe bi destê asayişa PYDê şermezar dike

Yekîtî Media 8/5/2016

Sikreteriya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li hemberî miletê Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniya Sikreteriya Giştî ya ENKSê de hat, Serokê Xwecihiya ENKSê yê Rojhelatê Qamişlo Şemdîn Nebî ji aliyê Asayişa PYDê ve hate girtin û rastî îşkenceyê hat. Herwiha piştî serbest berdana Nebî jî ji aliyê hin kesên çekdar ve gefa kuştinê lê hate xwarin, heger li ser rûpelên tûra civakî binivîse.

Sikreterya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de, ev kar şermezar kir û bang li hemû rêxistinên pêwendîdar kir, weke rêxistinên mafên mirovan fişarê li ser PYDê û TEV-DEMê bikin, da ku nema kiryarên ji vî rengî li hemberî miletê Kurd bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button