Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Topxane û balafirên Rêjîma Sûriyê Xûta ya rojhilat topbaran kirin
Yekîtî Media
Îro , duşemê, hejmarek ji kesên sivîl birîndar û kuştî ketin di encama topbarana hêzên rêjîma Sûrî ji Xûta rojhilat re.
Li gor jêderên rikberiyê topxane û balafirên Rêjîma Sûrî herdû bajarokên Otaya û Erbîn li Xûta rojhilat armanc kirin û hejmarek ji xelkên sivîl hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Ev pêşveçûn tên piştî derxistina çend rewşên mirovahî ji Xûta rojhilat bo nexweşxaneyên Şamê, piştî bangên rêxistinên navnetewî û pejirandina rêjîma Sûriyê.