Break newsNûçeslide

Hikûmeta Sûriyê : Em piştevaniya Îranê dikin

Yekîtî Media

Wezareta derve ya Suriyê liser helwêsta Serokê Amerikayê Donald Trump, ku “Li Îranê dema guherînê hatiye”, daxûyaniyek belavkir û tê de piştgiriya xwe ji rejîma Îranê re anî ziman.

Wezareta derve ya Suriyê ragihand ku, “Helwêsta Amerika helwêstek ne avakar e, dê ewleyiya herêmê zêdetir têk bide. Em daxûyaniyên berpirsên Amerikayê protesto dikin”.

Herweha di daxûyaniyê de carek din piştgiriya Suriyê ji bo rejîma Îranê hate ziman û diyarkir: Sûriyê her ligel Îranê ye. Îran dê bikaribe li hember lîstikên derve û xerabkaran li ber xwe bide”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button