
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Tirkiyê çiyayê Qendîlê bombebaran dike
Yekîtî Media 11/9/2016
Firokeyên şer yên Tirkiyê pêgehên PKKê li çiyayê Qendîlê li Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.
4 firokeyên şer yên Tirkiyê pêgehên Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) li gundên Bokirîsan, Lêwije, Konekotir û Sê Kaniya li çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
heta niha ziyanên wê bombebaranê nehatiye zanîn, ji ber ku kes nikare berve wan deveran biçe.
Ji ber hebûna pêgeh û navendên PKKê, Tirkiyê bi berdewamî navçeyên sînorî bombebaran dike, çendîn car jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.
K24