Break newsNûçeslide

Efrîn : grûpên îslamî navçeya Cindirêsê topbaran dikin

Yekîtî Media 11/9/2016

Grûpên îslamî ji gundê Etmê ya li parêzgeha Idlibê ve, navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve topbaran kir.

Çalakvanên navçeya Cindirêsê ragihandin ku, grûpên îslamî yên li gundê Etmê ve, bi nêzîkî 20 topên Katyusha û Hawinê navçeya Cindirêsê topbaran kirin.

Çalakvanan amaje kirin ku, di encama wê topbaranê de zarokek birîndar bû, herwiha ziyan jî gihêştiye malên welatiyan.

Herwiha çalakvanan gotin jî, hejmarek mezin ji welatiyên Cindirêsê malên xwe hêştin û berve gundên derdora wê navçeyê derketin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button