Break newsNûçeslide

Sûriye- Çekdarên îslamîst peykerê şoreşgerê kurd şikandin

Hewlêr– Çekdarên rêxistina radîkal a îslamî ya bi navê Cebhet El-Nusra piştî girtina bajarê Idlibê, peykerê şoreşgerê kurd Îbrahîm Henano şikandin

Li gorî vîdyoyeke ku li ser torên civakî yên înternetê hatiye belavkirin, çekdarên Cebhet El-Nusra li bajarê Idlibê yê Sûriyê peykerê şoreşgerekî kurd ê Sûriyê Îbrahîm Henano dişkênin.

Lê piştî belavkirina wê vîdyoyê, vîdyoyeke din hat belavkirin ku tê de çekdarekî dijbereya Sûriyê dibêje, me digot qey ew peyker yê Serokê berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed e loma me şikand.

Îbrahîm Henano yek ji diyartirîn kesayetiyên niştîmanî yê Sûriyê û yek ji serkirdeyên şoreşa Sûriyê li dijî desthilatdariya Fransayê bû. Henano gellek berpirstiyên  siyasî yên girîng ên Sûriyê jî wergirtibû.

Îbrahîm Henano li bajarokê Texarîmê yê Helebê ji dayîk bibû û di serdema Osmaniyan de serokê Dîwana Wîlayeta Helebê bû.

Di Kongreya Sûrî ya sala 1919an de weke wekîl (parlamenterê niha) hatibû destnîşankirin. Dema Fransa dest danî ser Antakiyayê, wî grûpeke çekdar li dijî Fransayê pêk anî.

Piştî cenga Meyselûn û hatina Fransa bo Sûriyê, çalakiyên xwe yên çekdarî zêde kir û Çiyayê Zawiyê ji xwe re kir navenda şer.

Piştî ku çendîn çalakî li dijî Fransa encam da, hêzên Frensiyan ew girtin lê ji ber givaşa cemawerî, Fransa neçar ma wî berde. 

Di sala 1932an de jî weke rêberê Kutleya Niştîmanî li Sûriyê hat hilbijartin.

Henano sala 1935an koça dawî kir û li Helebê hat veşartin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button