Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

“Îranê dixwest Berhem Salih bibe serokomarê Iraqê!”

Hewlêr – Şêwirmendekî Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm îdia kir ku Îranê gotiye, ji bo serokomartiyê Iraqê Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih ji Fuad Mehsûm baştir bû. Fuad Meshûm jî dibêje, ev îdia derew e.

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê, Îsam Amirî ji rojnameya erebî ya El Alem re gotiye ku Îran ji rêveberiya niha ya Iraqê razî nîne ji ber ku Tehranê dixwest li cihê Fuad Mehsûm, Berhem Salih bibe serokomarê Iraqê.

Îsam Amirî her wiha diyar kiriye ku Îranê heta nedixwest Heyder Ebadî jî bibe serokwezîrê Iraqê.

Li hember îdiaya wî şêwirmendî, Ofîsa Serokomar Fuad Mehsûm daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand, eleqeya wê îdiayê, dûr û nêzîk, bi pêwendiyên Iraqê digel welatên cîran re tine.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Nêrîna birêz Serokomar li ser pêwendiyên Iraqê bi hemû dewletên cîran re li ser bingeha hevsengî û berçavgirtina berjewendiyên her du aliyan e…”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button