Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Parlamenterê Iraqî ji Rûdawê re: Milîsên şîe Tikrîtê dişêlînin

Tikrît – Parlamenterê Iraqê Mutteşer Samerayî ragihand, li bajarê Tikrîtê talankirinek mezin heye û yên ku bajêr talan dikin jî milîsên şîe û komên girêdayî Heşdê Şeibî ne. Samerayî her wiha got, hikûmetê fermana girtina wan koman daye lê êdî ew ji bin desthilata hikûmetê jî derketine.

Parlamenterê Iraqê Mutteşer Samerayî tevlî bultena nûçeyan a saet 8ê şev a Rûdawê bû û got, ez û çend parlamenterên din, roja sêşemê (1ê Nîsanê) dema Tikrît hat rizgarkirin, em li wir bûn. Me got, divê rizgarkirina bajêr pak, bê talan û dizî be, divê bajar bikeve destê polîs lê mixabin wisa nebû. Ti kesî guh neda polîs, mal hatin talankirin, dizî hat kirin û xanî hatin teqandin. 

Mutteşer Samerayî her wiha diyar kir ku ji ber wê jî gellek xelkê bajêr nikarin vegerin malên xwe ji ber ku mal û cihên kar û otomobîlên wan hatine şêlandin û dizîn, xaniyên wan hatine teqandin û wiha got: “Dema mirov ji wan çekdaran dipirse hûn çima tiştên xelkê dibin, dibêjin, ev ji bo me helal in.”

Wî parlamenterê iraqî anî ziman ku çekdarên DAIŞê li Tikrîtê şerekî wisa nekirin ji ber ku wî tenê kuştiyekî DAIŞê li nav bajêr dîtibû. Samerayî her wiha got, hêza DAIŞê kêm e, çekdarên wê li eniyên pêş ên şer in, ji ber wê jî dema eniyên pêş ên şer ji aliyê balafiran ve tên şikandin, hêza wan bi temamî tê şikandin.

Li gorî wî parlamenterê Iraqê, talankirin û şêlandina bajarê Tikrîtê didome, parêzgarê Selahedînê bi fermandeyê operasyonên Tikrîtê Ebdulwehab Saidî re di nav kolanên bajêr de geriyabûn û bi çavên xwe dizî û şêlandin dîtibûn.

Mutteşer Samerayî her wiha got, ma çi xêra wê heye em çekdarên DAIŞê ji nav bajaran derxînin û li şûna wan hêzeke din a diz bicîh bikin.

Li ser operasyona Mûsilê jî Samerayî got, ji bo ku tiştên ku li Tikrîtê çêdibin li Mûsilê jî çênebin divê milîsên ti deverekî neçe devereke din û divê li her deverê xelkê wê deverê bibin milîs û çekdar.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button