Gotarslide

Şêweyên Xeta sisyan di dîroka Tevgera Kurdî de

Ebdella geddo

Di tevgera kurdî de êşa Xeta sisyan kevne, hindek kesayetî û partiyên kurdî,ji mêjve, digotin karê xwepêşendan û mangirtin û girava birçîbûnê û hemû çalakiyên berçav, li meydanan li ser zemÎnê, ne karê kesên konevan û şarezane !. Ango tenê dixwestin ku xebat diwarê civînên biçûk bidizî û belavkirina belavokek heyvane be ,ewjî bi dizî ,  û ya ku mirov dihêle matmayî ewe ku çi di hundurê civîn û belvokan de hebû? , da ku xort û qîz rabin ser lingan û tevgera xwe bikin, da bindestî û zordaiya desthilatiya rêjîma şoven û sitemkar ji ser xwe rakin, blê ewê çawa li dijî hêza rêjîmê rabin di demekê de ku gelek serokên partiyên kurd dipejirandin ku sûrya parçeyeke ji welatê ereban, yan jî carna ewan ciwanan didîtin, yan dibihîstin, ku dîmenê (wêneyê) serokê rêjîmê li ser serê hinek serkirdeyên kurd bi dîwar ve li ser serê wan  hildayî ye, yan jî gava ku daxuyaniyan di helkeftên nûkirina hibijartina serokê rêjîma sûryê, dixwendin, dema dixwendin : Erê ji serok re ,  serokê ku ” zinara Erebî ” cî bicîkir li ser rûberkî ku  mestire ji rûberê ” gezza filistîn ”.

Eve xeta sisyan , xeta ku  ku endamên wê dibêjin: Em  ne layengerin û  ne rikberin , û her û  dibêjin : Em hevrêziya gel dixwazin, û  emê biserkevin û … , di heman demê de ku  newêrin tu kesî binav bikin, ku ew dijminê serekeye, berevajî wê, dijminan pirdikin da dijminê sereke, ku  ew rêjîme, veşêrin, gelo wê çawa ciwan rabin , tev kar bibin, bê ku tu wêribe dijmin liber çavê wan reşbike? ,di encam de dikarim bijim: xêza sisyan ne xêza karê siyasiye , xêza temaşekirinê  ye .

Tevî  qelsbûn û sistbûn û karê ne ji dil, di vê xetê de,  dîsa dibêjim gerek(divê ) raya giştî  kurdî dozê li xwedanê evê rêbazê bike, û givaşa xwe jî li ser wan bike, da dest ji karê siyasî berdin,  û tevli karê civaka sivîl bibin, di warê jîngeh û xizmetguzariyê de bi xebitin , digel ku gelek caran civaka sivîl, ya rasteqîne,  gotina xwe bi gernasî dide, û tevli tevgera siysî helwetan dide û  gavna davêje.

Xeta sisyan, yan xêza sisyan di kurdistana sûryê de warê dudilî û keysebaziyê ye, û cihê  gumanê ye , ew her girêza  zikreş û ne heskerê çareserkirina doza kurd di herikîne.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button