Gotarslide

Berê me li nemanê ye

Adilê Evdile

Ji beriya şoreşa gelê sûrî bi rêkeve .siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan digotin:hijmara kurdan li Sûrî gihaye 4 melyonan, û rêjeya wan ji sedî pazdeye.lê piştî destpêkirina şoreşê Bê guman em dikarin bêjin ku nîvî  yan bêhtir ji gelê kurdên sûrî ,li derveyî welat dijîn, û vegera wan wê bê hêvî bê. Ji ber van sedeman:

1_ Xort û keçên ku rahiştin çekan û berê xwe dan qadên şer,yên hat kuştin ew bûne pakrewan, û yên ku man, nabe ew bibin hevjîn,ango jin û mêr, weke em dibînin li ber çavan.

2 -Xortên ku ji welat derketin ji ber leşkeriya neçar û mirinê,yan ji ber tunebûna kar û pêdivîyên jiyanê.

3- Koçkirin û koçberî: ji ber sedemên şer û ji tirsa mirinê.gund û bajarên ku dibin agir de bûn, xelkê mal û zeviyên xwe berdan, û derketin derve,çinkû Sûrî tevde bû dûjeh.

4 -Penaberî: hin ji tirsa û hin ji birçîbûnê,aramî di hundirê welat de nema, yê têr ji berî yê feqîr revî, û yê birçî jî çinkû kar û pere neman, yên hejar û feqîr jî ji xwer li deverekê bi cihbûn ku mercên jiyanê lê hene.

5- Berdewam bûn û dirêjkirina şer ,hiştin ku xelk zarokên xwe yên biçûk birevînin çinkû pirojene ji bo ceng û mirinê. Serkirdeyên şerker ne xema wane ger şervan mezin bê yan biçûk bê, wê sibe roj mezin bibe û rahêje tifingê.

6- yên mane di welat de, di bin zor û zehmetîyê de bêhtirên wan pîr û kalin, çend salên kurt û bi hijmar didin xuyakirin ku berê me li nemanê ye, heger ev rewş berdewam be.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button