Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şêwirmendê 4 serokên Amerîka: Kurdistan dê ji Iraqê cuda bibe

Yekîtî Media 14/7/2016

Siyasetmedarê Amerîkayê û karmendê berê yê CIA, bo dema 30 salan Biras Rîdil(Bruce Riedel) ragehand ku, Kurdistan dê ji Iraqê cuda bibe.

Derbarê vê yekê Biras Rîdil(Bruce Riedel) ku şêwirmendiya 4 serokên Amerîkayê jî kiriye, ji rojnameya Erebî ya Şerq El-Ewsetê re daxuyaniyek belav kirye û tê de  ragihandiye ku ew ne piştrast ku, nexşeya Rojhilata Navîn ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve were guhertin.Tekez kir ku, Kurdistan dê ji Iraqê cuda bibe.

Li gorî Rîdil, piştî ku Hewlêr ji Bexdayê cuda bû wê demê Bexda dikare bi darê zorê herêmên başûrê xwe û navîna Iraqê kontrol bike.

Li gorî wî siyasetmedarê Amerîkayê, Sûriye û Lîbya dê parçe bibin û li ser nexşeya siyasî nemînin. Sûriye dê bibe çend dewletokên biçûk ên elewî û sunnî. Di nav sunniyan de îslamiyên radîkal jî dê hebin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button