Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî peyama hevxemiyê ji Serokê Feransayê re şand

Yekîtî Media 15/7/2016

Di peyamekê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrîşa bajarê Nîs yê Fransayê şermezar kir û hevxemiya xwe arasteyî serok û gelê Fransayê dike.

Ev jî naveroka peyama Serok Barzanî bo Serokê Fransayê ye:

Birêz Franswa Holand Serokomarê Fransayê

Êrîşa terorîstiya bajarê Nîs ya Fransayê û kuştina welatiyên bê tawan bi destê terorîstan li salvegera roja Niştimanî ya Fransayê, ez gelekî xemgîn û dilgiran kirim û bi tundî wê kiryara dirindeya terorîstan şermezar dikim û bi navê xwe û gelê Kurdistanê sersaxiyê li we û gelê Fransayê û malbatên qurbaniyên vê rûdanê diltezîn dikim, hêviya başbûnê ji bo birîndaran re jî dixwazim.

Terorîst dijminê mirovayetiyê ne û li dijî azadî û bextewariya mirovin li hemû cihekê cîhanê, êrîşa terorîstan ya liser beşdarbûyên salvegera roja niştimaniya Firansayê êrîşkirine liser perensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiya şoreşa Fransa ku, biha û piransîpên insanî û cîhanî ne.

Di van demên xemgîn de, gelê Kurdistanê ku, bi xwe qurbanê destê terore û di hêla yekeme ya şerê terorîstan de ye, hevsozê gelê Fransayê, bi we radgehînim gelê Kurdistanê di şerê li dijî teror û rûbirûbûna tendrewiyê de bi hemû şiyanek ve piştevanê gel û hikûmeta Fransayê doste.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

15\07\2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button