Break newsNûçeslide

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna terorîstiya bajarê Hesekê şermezar kir

Yekîtî Media 4/10/2016

Şeva dûşemê 03.10.2016 terorîstekî xwekuj li nav salon û holêkî ahenggêrana li bajarê Hesekeyê Rojavayê Kurdistanê xwe teqand û bi sedema vê kirdara terorîstiyê ve bîst û pênç hemwelatî şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Gelek bi tundî vê kirdara dirindaneya terorîstan ya li bajarê Heseke şermezar dikîn û serxweşiyê li kesukarê şehîdan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Li heman demî da radigihînîn ku saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo yarmetîdana birîndaran û gihandina hevkariya pizîşkî û tendirustiyê û ji bo lêqewimiyên vê rûdana diltezîn li amadebaşiyeke temam dane.

Li hemû rewşek de em hevsoz û piştevanê xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ne û êş û xema wan, êş û xema me hemûyane.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

4/10/2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button