Break newsNûçeslide

Hevbendîya Niştimanî Teqîna Terorîst li Hesekê Şermezar Kir

Yekîtî Media 4/10/2016

Hevbendî Teqîna Terorîst Ya Li Dijî Ahingeke Şahiyê Li Hesekê Şermezar Kir Û Soza Dûvçûn Û Dadgehkirina Berpirsyarên Wê Da.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tawana hatî pêkanîn ji aliyê rêxistina DAÎŞa terorîst ya duhî êvarî dijî holeka şahiyan li bajarê Hesekê û têde gelek şehîd û birîndar ketine şermezar kir.

Hevbendî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku artêşa azad berdewam e di şerê ji bo jinavbirina terorê û li dijî her aliyê li pişt radiweste û yên wê bikartînin ji bona ziyanan bigehînin şoreşê û belavkirina ajawegeriyê.

Hevbendiyê bal kişand ku tawanên terorîstan her yek in ” çi bi çek û bombe û bermîlên ji firokan tên avêtin bin, û çi yên bi kemberên teqîner bin, û wê berpirsên van tawanên li dijî sivîlan bêne dadgehkirin û wê bigehin sizayên xwe “.

Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button