Break newsNûçeslide

Rêxistina Daiş teqîna hola Senabil li Hesekê li xwe girt

Yekîtî Media 4/10/2016

Doh êvarî 3 Çiêriya pêşî, xwekujekî laşê xwe di hundirê hola Senabil ya zemawendan li bajarê Hesekê teqand, û di encamê de bi dehan kesên sivîl şehîd ketin û hejmarek mezin jî birîndar bû.

Di encama wê teqîn de zêdetirî 31 kesan jiyana xwe jidest dan û gelek birîndar jî hene rewşa wan pir xerabe.

Di nav pakrewanan de parêzer Beha Eddîn Îsa Fatmê endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê şehîd ket , jiber birînên xwe yên giran.

Rêxistina Daiş ya terorêst bi riya ajansa Amaq ew teqîna xwekujî li xwe girt.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button