Break newsRaportslide

Serkirdeyê partiya Yekîtî ya Kurd Beha Eddîn Fatimê li Qolo hat xaksipartin

Yekîtî Media 4/10/2016

Îro sêşemê 4ê Çêriya Pêşî, rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî û bi beşdarbûna cemawerekî mezin termê endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtî parêzer Beha Eddîn Fatimê û birayê wî Ebdilhekîm bo xakê sipartin, li gundê Qolo ku li gundewarê Til Berek dikeve.

Herweha cîgira serokê ENKSê Fesla Yûsiv beşdarî merasîmên cenazeyê bû û gotina ENKSê got.

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Hesen Salih di gotina xwe de li ser xebata Beha ya kurdewarî axivî, û soz da xizm û hevalên wî ku ewê riya xebata netewî berdewam bikin ta ku mafên miletê kurd bidestxînin.

Gotina sendîkeya parêzeran li Hesekê parêzer Raxib xwend, û di dawiyê de mamoste Bengo bavê Şiyar gotina malbata pakrewan Beha Eddîn Fatimê xwend û têde sipasiya hemû kesên ku beşdarî merasîmên cenazeyê bûn kir.

a b c d e f g

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button