Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serok erkanê Tirkiyê: Derbeya Leşkerî têkçû

Yekîtî Media 16/7/2016

Sero erkanê Tirkiyê bi wekalet Omîd Dondar ragehand ku, hewla derbeya Leşkerî ya welatê wî ji aliyê hêza asmanî ve û hejmarek ji  hêzên ewlekariyê ve hatibû encamdan lê, ew hewil têkçû û bi ser neket.

Derbarê vê mijarê Serok erkanê Tirkiyê bi wekalet Omîd Dondar ji Stenbolê di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku, welatê wî rûpela kodatayan  bi temamî tewan, da zanîn ku, hewla derbeya Leşkerî ya welatê wî ji aliyê hêza asmanî ve û hejmarek ji  hêzên ewlekariyê ve hatibû encamdan lê, ew hewil têkçû û bi ser neket.

Dondar eşkere kir ku, encamderên derbeya leşkerî gelek berpirsên leşkerî girtibûn û ew bo ciheke ne diyar hatibûne veguheztin.

Dondar Tekez kir ku, 104 kes ji wan kesên derbeya leşkerî encamdane hatin kuştin û hezar û 564 hatin girtin, herwiha 90 kesên din di nav wan de 47 welatiyên sivîl hatin kuştin û hezar û 254 kes birîndar bûn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button