Break newsRaportslide

Li Girkê Legê diziya alavên weşana Intirnêtê pir dibe

Yekîtî Media 15/7/2016

Diyardeya diziya alavên weşana Intirnêtê li bajar û bajarokên Kurdî û gundewarên wan roj bi roj pir dibe ku nirxê van alavan bi sedên dolaran e.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li bajarokê Girkê Legê 6 naşirên intirnêtê yên Şehnaz nêt roja înê 8/7/2016 hatin dizîn ku nirxê wan zêdeyî 600 dolarê Amerîkî dike.

Nûçegihanê me tekezkir ku hejmara naşirên intirnêtê yên di herdû mehên bûrî de hatine dizîn gihiştin 32 naşirî, herweha got ku xwediyên van alavên gelî ji bo vê yekê li navenda asayişa PYD li Girkê Ligê tomarkirin, lê ta niha ew diz nehatine girtin û doz li dijî kesê nenas tê tomarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button