Break newsNûçeslide

Di cenazeta hûnermend ”Bavê Selah” de asayişa PYD alaya Kurdî qedexekir

Yekîtî Media 15/7/2016

Îro înê 15ê Tîrmehê, li Efrînê bi hezaran welatiyên wî bajarî termê hûnermendê Kurd ”Ebdulrehman Umer – Bavê Selah” ji nexweşxaneya Aferîn li Efrînê bo gundê Kurda li navçeya Cindêrsê veguhêstin.

Li gor jêderkî ji Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand, ku asayişa PYD hemû alayên Kurdî rakirin û welatî mecbûr kirin ku alayên xwe daxînin, herweha alayên ku li ser peyvgehê hatibûn bilindkirin rakirin.

Hûnermendê Kurd Bavê Selah sibeha roja pêncşemê 14ê Tîrmehê li nexweşxaneya Aferîn li bajarê Efrînê jiyana xwe ji destda, piştî ku nobeyke celta berî mehekê lêdabû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button